Vejêne zimanê xwe ey xwendevan, Nebûye millet hîç kesek bê ziman
Zimanê me xwoş û xeroş û ciwan Eger baş bizanî tu nakî ziyan
Tu kurmancîya xwe ji bîra nekî Eger baş nizanî divê zêdekî
Elîfba û dîwan û ristan bixwîn Heta ku wekî min nebî dil bi xwîn
Binêre zimanê te çend dewlemend Li bajêr carek xwe bighêne gund
Bibêne çi şêrîne ev reng ziman Çi payebilind û çi rûmetgiran
Cigerxwîn
(Deutsche Übersetzung)
|
|
|